Li Şamê darizandina xizmên Beşar Esad dest pê kir
Yekemîn dadgehkirina rayedarên payebilind ên serdema Beşar Esad li Sûriyeyê li dadgeha Şamê dest pê kir.
RûpelNews - Di roja yekem a dadgehkirinê de, pismamê Beşar Esad Etef Necîb, derket pêşberî dadgehê.
Çavkaniyeke dadwerî ku ji AFP re axivî got: "Pêvajoya navborî destpêka amadekariyên ji bo darizandina Beşar el-Esed, birayê wî û kesayetiyên din ên navdar ên wekî Necîb nîşan dide."
Rûniştin, ku di bin ewlehiyeke berfireh de hat lidarxistin. Dozgerê Giştî yê Sûriyê, xizmên qurbaniyan û hejmareke mezin ji endamên çapemeniyê beşdarî dozê bûn. Di dema rûniştinê de, ku li ser televîzyonê zindî dihat weşandin, Necîbê pismamê Esad li dadgehê di beşeke taybet de ku bi hesinan dorpêçkirî bû, bi cilên girtîgehê li xwe kirî, hat dîtin.
Necîb piştî hilweşîna rejîma Esed di Çileya 2025an de hatibû girtin, berê serokatiya yekîneya ewlehiyê li parêzgeha Deraa ya li başûrê Sûriyê dikir. Parêzgeha Deraa wek cihê ku serhildana sala 2011an herî pêşîn lê derket, tê bibîranîn.
Tê îdiakirin ku Necîb li herêmê pêşengiya kampanyayeke berfireh a zordestî û girtinan kiriye.
Di nav 13 salên ku Şerê Navxweyî yê Sûriyê de li welêt zêdetirî nîv milyon kesan jiyana xwe ji dest dane, û bi milyonan kes koçber bûne. Bi deh hezaran kes winda bûne.
Hatiye ragihandin ku rûniştina duyemîn dê di 10ê Gulanê de pêk were.
Ev rûniştina dîrokî bi serokatîya dadwerê Dadgeha Tawanan a Çarem hat vekirin, ku ev yekemîn rûniştina dadgehkirinê ye li dijî tawanbar Atif Necîb, di nava tedbîrên tund ên ewlehî û dadwerî de.
Tawanbar Atif Necîb bi tohmetên têkildarî pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûrîyê li pêşberî dadgehê amade dibe, da ku bibe yekemîn tawanbar ji peyayên rejîma revîyayî ku tê dadgehkirin.
