Li Rûsyayê otobus qelibî: 7 mirî
PeyamaKurd- Li bakûrê Rûsyayê li bajarê Kalugayê otobusa ku zarokan dibir qelibî û 7 kes mirin. Qeza vê sibê li ser rêya Kaluga-Vyazmayê çêbû. Di nava otobusê de 37 zarok û bi temamî 47 kes hebûn.
Otobus bi sedema bûzê ji ser rê derket û çend teqleyan avêt. Bi bihîstina bûyerê re ambûlans û tîmên rizgarkirinê hatin sewqkirin bo deverê. Di bûyerê de birîndar jî gelek hene û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Di otobusê de mamosteyên zarokan hebûne ku zarokan bo pêşbirgekê dibirin bajarê Kalugayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin