Osmaniye: Otobus û kamyon li hev qelibîn; 6 mirî, 11 birîndar
06 berfanbar 2025 14:21
PeyamaKurd – Li ser rêya Edene-Dîlokê, li nêzîkî navçeya Bahçeyê ya Osmaniyeyê qezayeke giran a trafîkê rû da.
Di encama lihevketina otobuseke rêwiyan û kamyonekê de, bîlançoyeke giran derkete holê.
Bûyer îro (6ê Kanûna Pêşîn) dora saet 05:00ê sibê, li nêzîkî Tunela Ayran qewimî. Otobuseke rêwiyan û kamyoneke barhelgir bi dijwarî li hev dan.
Tîmên tenduristiyê demildest gihiştin cihê bûyerê. Hat ragihandin ku di qezayê de “şeş kes mirin û 11 kes birîndar bûn”. Birîndar bo nexweşxaneyên Osmaniyeyê hatin veguhastin.
Ji ber qezayê, riya ber bi Dîlokê ve “ji bo demekê ji hatûçûnê re hat daxistin” û trafîk bi awayekî kontrolkirî hat meşandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bolîvya | Otobus û mînîbusekê li hev qelibîn: 25 mirî, 26 birîndar
04 adr 2025
Jiyan
Kamyon wergeriya ser otobusa rêwiyan: 13 mirî û 5 birîndar
13 tbx 2022
Cîhan
Otobus û kamyon lihev ketin: 5 mirî 25 birîndar
07 brf 2018
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin