Li Rojhilatê Kurdistanê pispor ji hejarî bûne kolber

11 mijdar 2018 03:46
Li Rojhilatê Kurdistanê pispor ji hejarî bûne kolber

PeyamaKurd - Welatiyê Kurd yê xwediyê dîplomaya pisporiya bilind ya darêtina bernameyên bajar, bo dabînkirina qezenca jiyana xwe dest avêt karê kolberiyê li deverê sînorê Kurdistanê.

Keyvan Keyvanferdê xwediyê dîplomaya pisporiya bilind a darêtina bernameyên bajar, ku ji devera hewraman e bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe li ser sînor, karê kolberiyê dike.

Ev hevwelatiyê Kurd xwediyê çend mijarên taybet di warê darêtina bernameyên bajar de ye.

Kolber navê tax û qadeke zehmetkêş li Kurdistana Îranê ye, ku di deverên sînorî de, karê kolberiyê dikin.

Ev tax û qada zehmetkêş ji neçarî û destengiyê û bo dabînkirina qezenca jiyana xwe karê metirsîdar yê kolberiyê di deverên sînorî yên Kurdistanê de dikin.

Kolber wekî hejartirîn tax û qad, li Kurdistana Îranê tê hesab kirin.