Li Rojhilatê Kurdistanê du bira ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kustin
25 sibat 2021 17:29
PeyamaKurd – Li gundekî bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, du bira, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, do pasdarên Îranê li nêzîkî gundê Şînawê yê Pîranşarê, otomobîlek ber bi gundê Zêdan yê Pîranşarê ve diçû, dan ber guleyan û di wê êrîşê de, du kesên birayên hev hatin kuştin.
Navê wan kesên ku hatine kuştin ev in: Osman Nadirî û Ebdullah Nadirî. Her du jî xelkê bajarê Pîranşarê ne.
Herwiha tê gotin, dê û bav û çend endamên din yên malbata wan welatiyan jî hatine girtin.
Pasdarên Îranê çima ew her du bira kuştine, heta niha nayê zanîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sînorê Biradostê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve tê topbarankirin
01 cot 2022
Jiyan
Li Rojhilatê Kurdistanê bi pasdarên Îranê re ser!
08 tbx 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin