Li Rojhilatê Kurdistanê 200 hektar zevî û daristan sewitîn
14 hezîran 2019 21:52
PeyamaKurd - Di şewata zeviyan a li bajarê Dereşar ê Îlama Rojhilatê Kurdistanê de, 200 hektar zeviyê çandiniyê û çend hektar jî daristan şewitîne.
Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî yê Dereşar ragihand, tîmên wan agirê ku ji roja Pêncşemê ve li navçeyê derketibû kontrol kirine.
Areş Merzbanî got, ji ber wî agirî 200 hektar zeviyên çandiniyê ku piranî ceh û genim bûn şewitîne. Dîsa çend hektar daristan jî ji ber wî agirî şewitîne.
Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî ya Dereşar, doh ragihandibû ku ji ber kêmbûna derfetan û hêza mirovî, wan nikarîbû wî agirî zû kontrol bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan hektar daristan hatin sewitandin
08 tbx 2023
Jiyan
Sewata daristanê li rojhilatê Kurdistanê
25 tbx 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin