Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir

27 îlon 2020 15:26
Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Îlona 2020an li dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê), sala nû ya xwendinê ji bo 4 hezar û 92 dibistanan û nêzî 900 hezar xwendekaran dest pê kir. Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo parastina xwendekaran ji koronayê tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, ev yek ji Rûdawê re ragihand û behsa rewşa xwendinê di sala nû de kir û nîşan bi wê yekê jî da ku wan hemû rêkar û rênimayên pêwîst li dijî belavbûna vîrusa Coronayê dane ber xwe.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rojhat Xelîl ragihand: “Derdora 2225 dibistan deriyê xwe vedikin ji 230 hezar xwendekaran re ku perwerdehiya xwe bibînin. Hemû dibistan, hatin pakkirin. Me sîstema belavkirina xwendekaran jî daniye li gor hejmara wan di pol û dibistanan de. Me hejmara kêm kiriye, her polekê 15 xwendekar dê tê bin. Her maseyekîê yek xwendekar dê hebe û agahdarî jî jib o xweparastinê dê bên dayîn.”

Rojhat Xelîl diyar kiriye, “Eger dibistan bên girtin, kar li ser tê kirin ku her sê qonax; seretayî, navîn û amadayî ku bên dayîn li ser kanala Rojava û li ser Youtube.”

Herwiha dibistanên herêmên kontrola Hikûmeta Sûriyê roja 13yê Îlonê bi mercên cîbicîkirina rêkarên xweparastina ji koronayê deriyên xwe li pêş xwendekaran vekiribûn.

Beriya sala xwendinê dest pê bike, Li Rojavayê Kurdistanê dibistan, sazî û avahiyên ser bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê hatin paqijkirin û pakirin, lê eger pêwîst bike, lê ji ber metirsiya koronayê dîsa jî dibe ku dibistan careke din bêne girtin û xwendin bibe Online.