Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

07 îlon 2020 13:00
Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wê vîrûsê can dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir: ‘‘2 kesan ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dan, yek ji wan mêrekî 53 salî jî li Qamişlo ye û ya din jineke 66 salî ji bajarê Dêrikê ye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa diyar kir: 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. 33 mer û 32 jin in. Haletên hatine tomarkirin: 12 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Rimêlan, 2 kes li Girgê Legê, 3 kes li Kobaniyê, 2 kes li Dêrazorê, 2 kes li Tebqa û 8 kes li Reqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 40 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihişt 689 kesan, ji wan 198 kes baş bûne û 42 kesan jî can dane.