Li Iraq û Kurdistanê hejmara miriyên ji vîrusa korona 5 kesên din zêde bû

06 nîsan 2020 01:18
Li Iraq û Kurdistanê hejmara miriyên ji vîrusa korona 5 kesên din zêde bû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de 83 haletên nû yên tûşbûnê û 5 haletên mirinê yên vîrusa koronaya nû hatine tomar kirin.

83 haletên nû li parêzgehên Bexda, Nexef, Silêmanîyê û Dîyala hatine tomarkirin.

 Wezareta Tenduristîya Iraqê da xuyakirin, hejmara tûşbûyên Covid-19 li tevahiya Iraqê gihîştiye 961 haletan û hejmara mirîyan jî gihîştiye 61 kesan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Taqîgehên Wezareta Tenduristîyê û Jîngehê, di 24 demjimêrên borî de, 83 haletên nû yên tûşbûnê bi Covid-19 li Iraqê tomar kirin û hejmara mirîyan jî 5 kes in.”

Wezaretê diyar kir ku 20 haletên başbûnê hatine tomarkirin û hejmara başbûyan li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê gihîştiye 279 kesan.