Li Rojavayê Kurdistanê 6 kesên din bi Korona ketin
PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 saetên borî de 6 kesên Koronayê bi vîrusa Korona ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 6 kesên din li herêma Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketine.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 144 kesan, ji wan jî 7 kesan can dane.
Her çend e vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê dereng belav bû, lê di çend rojên borî de, hejmara haletên pêketina bi wê vîrûsê zêde bûne.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, li piraniya herêmên bajarên rojavayê Kurdistanê, tedbîrên xweparastinê û qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin