Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan can da, 39 pêketiyên nû
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de, 2 kesan ji ber nexweşiya koronayê can daye û 39 kesên din jî pê ketine.
Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrusa korona ketine ku 17 li Hesekê, 9 li Qamişlo, 4 li Girkê Legê, 3 li Dêrikê, 2 li Tirsbespî, 2 li Çilaxa, 1 li Rimêlan û kesek jî li Til Temir ê ne.
Herwiha di nav 24 saetên dawî de 2 kes ji berd koronayê mirine ku ew jî 2 jin in û li bajarê Kobaniyê ne.
Li gorî daxuyaniyê 7 kes jî baş bûne û hejmara giştî ya pêketiyan jî gihîştiye 1398 kesan.
Heta niha ji ber koronayê 61 kes li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane û 397 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin