Li Reqayê hêzên rûsî, li sûna hêzên amerîkî bicih bûn
PeyamaKurd - Piştî vekişîna hêzên Amerîkî, li binkeyeke Reqayê hêzên rûsî li şûna hêzên Amerîkî bicih bûn.
Hêzên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li pêgeha gundê Til Semin ê li parêzgeha Reqayê bicih bûn, ku berê ew pêgeheke hêzên Amerîkî bû.
Medyaya rûsî diyar kir, ji bo garantiya ewlehiya welatiyan, polîsê leşkerî ya rûsî li wê binkeyê bicih bûne û dê dest bi gerên çavdêriyê jî bike.
Ji aliyê din ve Hikûmeta Sûriyê ragihand, dema ew binke di destê hêzên Amerîkî de bû, çekdaran di wê riyê re çek vediguhastin.
Gundê Til Semin xwedî cihekî stratejîk e, ku bajarê Reqayê bi bakurê Sûriyê ve girê dide.
DAIŞê di sala 2013an de bajarê Reqayê kontrol kiribû û ew kirin paytexta xîlafeta DAIŞê, di sala 2017an de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, bajarê Reqayê kontrol kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin