Hêzên Rûsî yekem car derbasî Reqayê bûn

09 berfanbar 2019 23:40
Hêzên Rûsî yekem car derbasî Reqayê bûn

PeyamaKurd - Leşkerên Rûsyayê piştî derxistina ji bajêr a DAIŞê ji aliyê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ve, cara yekem derbasî bajarê Reqayê bûn û alîkarî li xelkê bajêr belav kirin.

Li gorî ragihandina Ajansa Novosti ya Rûsî, serbazên Rûsî ji bo cara yekem derbasî bajarê Reqayê bûne û 2 hezar pakêtên xwarinê li xelkê bajêr belav kirin û dest bi pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî kirin.

Fermandarê Rûsî yê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Sûriyê Vladîmîr Varnavisky jî ragihand, jêrxaneya bajêr di encama êrîşên esmanî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de bi tevahî wêran bûye.

Vladîmîr Varnavisky herwiha got ku hê jî karê pak kirina avahiyên hilweşyayî û pûçkirina mîn û bombeyên vedayî li Reqayê bidawî nebûye û xwarin û ava vexwarinê jî li bajêr kêm e.

Bajarê Reqa yê Sûriyê sala 2013an ketibû jêr kontrola terîstên DAIŞê ku wekî navenda xîlafeta xwe didan naskirin.

Reqa sala 2017an ji aliyê şervanên HSDê ku piranî Kurd bûn û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.