Li sûna hêzên amerîkî, hêzên rûsî li balafirxaneyê Kobaniyê bicih dibin
PeyamaKurd - Hêzên rûsî li şûna hêzên amerîkî li baregeheke leşkerî ya esmanî li Kobanî bicih dibin û devera gerên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dikin.
Efserê ji Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê Sefer Seferov ji çapemeniyê re ragihand, piştî hêzên Amerîkî ji Baregeha Sirîn a esmanî li Kobanî vekişiyan, niha hin amadekarî û karên endezyarî lê tên kirin, ji bo çavdêriya hêzên Rûsî lê bicih bibin.
Seferov diyar kir jî, hêzên Amerîkî dema vekişiyane, generatorek û hin kelûpelên nivîsgehan li şûna xwe hîştine. Piştî hêzên Amerîkî ji navçeyê vekişiyan, erkê wan li bakurê Sûriyê berfirehtir bûye û niha Minbic û derdora wê jî li xwe digire.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji bajarê Kobanê û Minbicê, roja 17ê vê mehê hêzeke Polîsên Serbazî yên Rûsî derbasî bendava Tişrînê ya di navbera Minbic û Eyn Îsayê de bû.
Li ser biryara Serokê Amerîka Donald Trump di dema dawî de hêzên Amerîkî ji bajarê Kobanî, Minbic û Eyn Îsayê vekişiyan, lê beşek ji hêzên wê ji bo parastina bîrên petrolê, li rojhilatê Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê mane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin