Li Qamislo ji îsev heta sibe agirbest hat ragihandin
23 nîsan 2021 23:24
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî danûstandinên îro 23yê Nîsanê li ser şerê milîsên rejîmê û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ku 4 roj in berdewam dike, ji bo heta sibe saet 10:00 agirbest hat ragihandin.
Li gorî zanyariyan agirbest bi navbeynkariya polîsên leşkerî yê rûsî û fermandarên hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye ragihandin ku îro ji êvarê heta sibe 10ê sibehê berdewam dike.
Hat zanîn ku civîna bi navbeynkariya hêzên rûsî û fermandarên HSDê li balafirgeha Qamişlo hatiye lidarxistin û di navbera hêzên Asayîşa Rojava û çekdarên Dîfaa El Wetenî de ji saet 18:00ê îro êvarê heta 10:00ê sibe agirbest hatiye ragihandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Efrînê heta Heleb, Qamislo û Kobaniyê Newroz hate pîrozkirin
21 adr 2025
Cîhan
Li Colemêrgê qeyûm! Parlamenteran heta sibehê nobet girtin!
04 hzr 2024
Jiyan
Pistî Rûsyayê agirbest ragihand heta sibehê topbaran ranewestiya
10 rbn 2020
Jiyan
Hemasê pêsnûmeya agirbestê qebûl kir: Dibe ku sibe bê îmzekirin
15 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin