Pistî Rûsyayê agirbest ragihand heta sibehê topbaran ranewestiya

10 rêbendan 2020 19:17
Pistî Rûsyayê agirbest ragihand heta sibehê topbaran ranewestiya

PeyamaKurd – Çavkaniyên xwecihî ji Sûriyê ragihandin ku piştî agirbesta bo Idlibê ya Rûsya û Tirkiyê ku doh hat ragihandin bi çend saetan, ji şevê din heta berbanga îro hêzên rejîmê herêma Idlibê, bi taybet jî Meret El-Nûman bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan piştî bi çend saetan ji ragihandina Rûsyayê ya agirbesteke nû li herêma Idlibê re, artêşa Sûriyê amadekariyên xwe bo operasyonên ser komên çekdar zêde kirin û dest bi topbaraneke dijwar kir.

Ajansa Tass a Rûsyayê li ser zimanê rayedarekî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandiye: "Li Idlibê ya Bakur û Rojavayê Sûriyê, agirbestê dest pê kiriye."

Lê belê tevî vê daxuyaniya Rûsyayê jî çavkaniyên xwecihî radigihînin ku heta berbanga vê sibehê herêmên li bajarê Meret El-Nûman û gundên Merşemsa, Tilmenes, Meiseran, Meirşorîn, Dêr El-Şerqî û Dêr El-Xerbî yên bejahiyên bajêr bi top û moşekan êrîş pêk hatin.