Li Colemêrgê qeyûm! Parlamenteran heta sibehê nobet girtin!
PeyamaKurd – Parlamenteran li dijî biryara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê heta sibehê nobet girtin. Îro jî bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEMê, heyeta CHPê û gelek saziyên sivîl wê meşek bê lidarxistin.
Çalakiya ku duh li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di nav wan de Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEMê jî gelek kes heta sibehê nobet girtin.
Parlamenteran li Kolana Bulvarê ya ku parêzgarî lê ye dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi sedan polîs anîn qada ku parlementer lê protesto dikirin. Wekîlan di bin dorpêçê de heta danê sibehê nobeda xwe berdewam kirin.
Îro bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Ked û Tifaqa Azad, heyeta CHPê û gelek nûnerên saziyên sivîl wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.
Meş wê saet di 13.00an de bê lidarxistin û piştre wê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin