Bakirhan: Ji bo ‘karên krîmînal’ qeyûm danîn ser Colemêrgê

06 hezîran 2024 21:36
Bakirhan: Ji bo ‘karên krîmînal’ qeyûm danîn ser Colemêrgê

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Colemêrgê axivî û dubare bertek nîşanî tayînkirina qeyûm li ser şaredariya bajêr û girtina Hevşaredar Mehmet Siddip Akiş nîşan da. Bakirhan di beşeke axaftina xwe de diyar kir, “Ma Seyîd Riza û Şêx Seîd serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin.”

Bakirhan bal kişand ser sînorên cografyayî yên Colemêrgê û wiha axivî: “Colemêrg cihekî girîng û stratejîk e. Serkeftina we ya di her hilbijartinê de di dilê wan de kul e. Bila ev birîn kûrtir bibe û Xweda hesabê ji van kesên vê zilmê dike bipirse. Berxwedana 40 salî ya xelkê Colemêrgê wan aciz dike. Colemêrg li ser sînorê Iraq û Îranê ye û ev yek çavbirçîtiya wan zêdetir dike. Bi karûbarên krîmînal re mijûl in. Bi çete û mafyayan re hareket dikin. Bi diziya li vir re dixwazin xwe li ser piyan bihêlin. Wezîrê karên sûcan ji bo wan karan Colemêrgê girîng dibîne. Ji ber gelek sedeman çav berdane vir û qeyûm tayîn kirin.”

Herwiha Bakirhan li ser rexneyên ku doz li ser namzedê wan hebûye û dîsa jî hatiye namzedkirin diyar kir, “Em dipirsin, baş e gelê Kurd çi bike? Dibêjin, ‘Doza hevserok hebûye’ gelo kesek maye we doz lê venekiriye?! Di çavên wan de Kurd dijmin in û hemû sûcdar in. Her Kurdekî xwedî li rûmet û nasnameya xwe derdikeve ji bo wan gefek e. Ji bo tayînkirina qeyûman li hincetan digerin. Şaredarê Kepezê hate girtin lê çima qeyûm tayîn nekirin û meclisa şaredariyê serokê nû hilbijart? Dema mijar dibe Kurd, hiqûqeke cuda dikeve ser kar.”