Li Puturge ya bi ser bajarê Meletiyê birazî mamê xwe kust

28 cotmeh 2023 20:44
Li Puturge ya bi ser bajarê Meletiyê birazî mamê xwe kust

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Puturgê li ser pirsgirêka arazî xortê bi navê Çetin Gören (42) bi tivingê li mamê xwe Celal Gören (66) xist û wî kuşt. Hêzên cendirman Çetin Gören girt û xist binçav.

Bûyer, di wexta sibê de li gundê Parazcıkê çêbû. Birazî û mam ewilî li ser arazî munaqeşe kirin û paşî pevçûn. Birazî bi tivinga xwe bi xwe re biribû, li mamê xist û wî kuşt. Kujer bi tivinga xwe ve hat girtin.

Cenazê Celal Gören birin morga tib a edlî ya Meletiyê ji bo otopsiyê.