Li Pirdê operasyona DAIŞê sivîlekê canê xwe ji dest da
Li navçeya Pirdê ya Kerkûkê, di operasyoneke li dijî endamên DAIŞê de du endamên DAIŞê hatin kuştin û kesek hat girtin. Di pevçûnan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û herwiha çend personelên ewlehiyê jî birîndar bûn.
RûpelNews - Hêzên Dijeterorê yên Iraqê li navenda navçeya Pirdê, ku beşek ji Kerkûkê ye, operasyonek li dijî endamên DAIŞê pêk anî. Li gel du endamên DAIŞê, ku hêzên ewlehiyê li ser bingeha agahiyên îstixbaratî yên berê demeke dirêj bû li pey wan ketibûn, pevçûnek derket.
Hat ragihandin ku hêzan plan kiribû ku kesên çekdar li devereke çolter bigirin, lê pevçûn dest pê kir dema ku endamên DAIŞê, piştî ku fêm kirin ku li pey wan tên, gule reşandin.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de du endamên DAIŞê hatin kuştin, lê yê sêyem piçekî dûrî cihê bûyerê hate girtin.
Welatiyek ket ber guleyan
Murad Zana, xortekî kurd ê ku li depoyeke kelûpelên malê dixebitî, di pevçûnê de piştî ku bi guleyan ket jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku di pevçûnê de hin endamên Hêzên Dijîeterorê jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rûdawê ve hatine weşandin, Qeymeqamê Pirdê Abdulmutalib Necmedin, diyar kir ku ew ji operasyonê re pêşwext nehatine agahdarkirin û piştrast kir ku di pevçûnê de sivîlekê jiyana xwe winda kiriye.
Merasîma cenazeyê Murad Zana duh pêk hat, di heman demê de malbata wî nerazîbûna xwe li hemberî awayê birêvebirina operasyonê anî ziman. Malbatê rexne li bikaranîna çekên giran li herêmeke niştecîh girt.
Yekîneyên ewlehiyê ji operasyonê ne agahdar bûn
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, yekîneyên din ên ewlehiyê yên li herêmê nehatine agahdarkirin da ku operasyon bi veşartî bimîne. Hat ragihandin ku Hêzên Dijeterorê gihîştine navenda Pirdê, rê girtine û piştre pevçûn dest pê kiriye.
Berê, hêzên Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend posîsyonên DAIŞê li nav sînorên Pirdê tespît kiribûn û operasyonek pêk anîbûn. Di dema wê operasyonê de, du endamên DAIŞê hatibûn kuştin û hatibû nirxandin ku endamên din ên DAIŞê jî li herêmê hene.
