Li Xurmalê şerê li dijî DAIŞê: Berpirsekî bi sax hat girtin
Li Xurmalê operasyoneke li dijî komeke terorîstên DAIŞê de piştî şerê bi çek berpirsekî payebilind bi safî hat girtin. Ligel wî 22 gumanbar hatin girtin.
RûpelNews -
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku di operasyonekê de li Xurmalê emîrekî koma terorîst a DAIŞê û 21 endamên din hatine girtin û plana wan hebû di nîva vê mehê de çend çalakiyên terorîstî bikin.
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku şevêdî Şemiyê, 12ê Îlona 2026ê, seet 23:20, piştî rûbirûbûneke çekdarî li gel hêzên asayişê li Xurmalê, emîrekî koma DAIŞê hat girtin.
Di operasyonan de, du mefrezeyên çekdar ên DAIŞê û hejmareke endamên nihênî yên wê komê hatin girtin. Hejmara wan kesên ku hatine girtin gihîştiye 22 kesan.
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser hejmareka zêde ya çəkên giran, navîn û piçûk. Herwiha hejmareka bombeyên destî, dûrbînên serbazî û teqemenî hatin hatin dîtin. Li gorî zanyaran, wê komê plan hebû ku di nîva meha Îlonê de çend çalakiyên terorîstî bikin.
