Li pey hilbijartina Joe Biden Amerîkayê karwaneke mezin a leskerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir

09 mijdar 2020 21:15
Li pey hilbijartina Joe Biden Amerîkayê karwaneke mezin a leskerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 9ê Mijdarê karwaneke mezin a hêzên Amerîkayê di deriyê Pêşxabûr-Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî zanyariyan di karwana hêzên Amerîkayê de amûrên leşkerî, otomobîl û pêdawîstî û kelûpelên leşkerî hebûn.

Piştî hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku li şûna Donald Trump, Joe Biden hatiye hilbijartin yekem karwana leşkerî ye ku derbasî Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, cara ewil pêwendiyên Amerîkayê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re, di heyama cîgirtiya serokê Amerîkayê Joe Biden de dest pê kiribû û Biden ji ber vekişîna ji Sûriyê gelek rexne li Trump girtibûn û tenêhiştina Kurdan li hember êrîşên Tirkiyê wekî şermezariyekê bo Amerîkayê nirxandibû.