Amerîkayê karwaneke mezin a leskerî ji HSDê re sand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke alîkarîyên leşkerî ya din ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re şand.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê doh 14ê Kanûnê, karwaneke alîkarîyên leşkerî û lojîstîkî ku tê de bidehan otomobîlên zirpoşî û ambulans hebûn, ji alîyê Hevpeyamanîya Navdewletî ve, ji bo herêmên bin deshilata HSDê yên li bajarê Hesekê hatine şandin.
SANAyê diyar kir ku ew alîkarî li herêmên jêr desthilata HSDê hatine belavkirin û hat destnîşan kirin ku dibe karwana herî mezin a vê dawîyê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye şandin be.
Herwiha li gorî çavkaniyên xwecihî jî hat ragihandin ku Amerîkayê bi qasî 100 TIR alîkariyên lojîstîk û leşkerî şandine deverên jêr kontrola HSDê ku piranî herêmên petrolê ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin