Li Parlementoya Ewropayê konferansa doza kurd tê lidarxistin
Li Parlementoya Ewropayê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê, çalakiyên konferanseke pispor derbarê doza kurd de dest pê dikin. Armanc ji vê konferansê bihêzkirina pêgeha Kurdistanê li navendên cîhanî û xurtkirina "Lobiya Kurd" li navendên dîplomatîk ên navdewletî ye.
RûpelNews - Ev konferans ji aliyê "Konfedarasyona Rewenda Kurdistanî" ve tê birêxistin û bi beşdariya hejmareke berçav a parlemanterên Ewropayê، kesayetên siyasî û dîplomatîk û nûnerên rewenda kurd li derveyî welat (diaspora) birêve diçe. Biryar e ku konferans bi xwendina peyameke Serok Mesûd Barzanî dest pê bike, ku tê de behsa vîzyona stratejîk a ji bo paşeroja kurdan û rola wan di aramiya herêmê de tê kirin.
Mijar û armancên konferansê
Konferans, ya ku dê di saet 15.00an de bi dema Kurdistanê dest pê bike, dê balê bikşîne ser çend mijarên giring، ku di serê wan de ne:
Paşeroja Herêma Kurdistanê û rola wê di hevsengiyên herêmî de.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêvajoya siyasî li Îraqê.
Bandorên krîzên niha yên Rojhilata Navîn li ser rewşa Kurdan li beşên cuda.
Rêyên bihêzkirina peywendiyên çandî û siyasî di navbera rewenda Kurd û xwedîbiryarên li Ewropayê de.
Girîngiya vê konferansê di vê serdemê de ye ku Rojhilata Navîn di nav guherînên mezin de derbas dibe.
Amadekarên konferansê hewl didin ku vê çalakiyê bikin platformeke domdar a diyalogê di navbera Kurdan û civaka navdewletî de, da ku dengê Kurdan bi zelalî bigihîje navendên biryardanê yên di nav Yekîtiya Ewropayê de.
