Li Nînowayê saneyeke DAISê ya ji 6 kesan pêk dahat hat girtin

15 cotmeh 2021 21:56
Li Nînowayê saneyeke DAISê ya ji 6 kesan pêk dahat hat girtin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Nînowayê şaneyeke terorîstên DAIŞê ya beşdarî gelek tawan bûye hat desteserkirin.

Di operasyonên hêzên Iraqê de, li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînowayê, şaneyeke DAIŞê hat girtin ku li gorî ragihandina Navenda Ragihandina Leşkerî ya Iraqê şane ji 6 kesan pêk tê.

Navenda Ragihandina Leşkerî da xuyakirin ku çekdarên wê şaneya hatiye desteserkirin gelek sivîl û hêzên ewlehiyê kuştine û herwiha karê veguhestina xizmên DAIŞiyên kuştî dikirin.