HSD û Hevpeymaniyê saneyeke nû ya DAISê hilwesand

03 gulan 2023 23:14
HSD û Hevpeymaniyê saneyeke nû ya DAISê hilwesand

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operasyoneke li Dêrazorê de şaneyeke nû ya DAIŞê hat hilweşandin.

Navenda Ragihandinê HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Di çarçoveya şopandina şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst û rêzeoperasyonên me yên li dijî wan de, yekîneyên me yên taybet bi piştgiriya hevkarên me yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh li rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke nû ya DAIŞê operasyonek li dar xist.”

Hat diyarkirin ku operasyon li devereke li bajarokê El Bisêra hatiye encamdan û serokê şaneyê jî hatiye desteserkirin.

HSD da zanîn ku yekîneyên wan piştî mala endamê terorîst lê bû kontrol kir, dest danîne ser hin alavên teknîk û belgeyan.

Hat ragihandin ku wê operasyonên têkbirina DAIŞê û dijî planên terorê dewam bikin.