HSDê li Dêrazorê saneyeke DAISê hilwesand: 10 kes hatin girtin

11 tîrmeh 2024 21:33
HSDê li Dêrazorê saneyeke DAISê hilwesand: 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan şaneyeke çeteyên DAIŞê li Dêrazorê têk bir û 10 endamên wê jî hatin girtin.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, "Di oprasyoneke li herêma Dêrazorê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOl) ên girêdayî HSDê çeteyê bi navê Ehmed Mehmûd El Qirşe (Ebû Meaz El Kurdî) ku di nava şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst de bipirsê teqemeniyan e girt.

Di lêpirsînê de terorîst Ehemd El Qirşe li xwe mukir hat ku wî erebe bombebarkirî amade dikirin. Yek ji wan erebeyan bi rêya xwekujekî li nuqteyeke leşkerî ya hêzên me li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê di 10ˊê Gulana 2024ˊan de hat teqandin. Di encama wê teqîna xwekuj de 3 şervanên me şehîd bûbûn û 7 şervan jî birîndar bûbûn.”

Di dewama daxuyanîyê de hate gotin, “Li gorî lixwemikurhatinên terorîst El Qişre, TOLê di operasyonên ewlehî yên cuda de 10 terorîstên din di toreke terorîstî ya girêdayî rêxistina DAIŞˊê de girtin. Wan 10 çeteyan di demên borî de gelek operasyon, di nava de operasyona terorîstî ya li Şihêl, pêk anîn. Hîna lêpirsîna bi wan re dewam dike."