Li navbera Qamîslo-Tirbesipiyê bi dronê li erebeyekî xistin: 3 kes mirin

23 tîrmeh 2022 03:58
Li navbera Qamîslo-Tirbesipiyê bi dronê li erebeyekî xistin: 3 kes mirin

PeyamaKurd - Li Binxetê li navbera Qamîşlo-Tirbesipiyê nêzî ciyê kontrola Nîmetliyê bi dronê li erebeyekî xistin. Tê gotin ku dron ya Tirkiyê ya artêşê ye. Çavkaniyên cîh ragihandine ku di nav erebê de 3 kes mirine.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê SOHR li ser bûyerê ragihand ku di encama bûyerê de hinek kes mirine lê jimar û nav neda. Li gor SOHR ê di nav 2 rojên dawiyê de ev êrîşa 4 em e.