Li Qamîslo bi dronê li erebeyekî xistin: Kesekî can da û 1 birîndar bû
03 îlon 2023 03:00
PeyamaKurd – Li Binxetê an ku li Rojavayê Kurdistanê li navça Qamîşlo li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê erebeyekî bû hedefa balafira bê mirov û di encamê de kesekî can da û kesekî birîndar bû. Li gor hin çavkaniyan êrîş li gundê Gurgirka çêbûye û texmînen artêşa Tirkiyê (TSK) li erebê xistiye.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di nav erebê de çekdarekî can daye û yek jî birîndar bûye.
Di sala 2023an de TSK heya niha 46 êrîşên hewayî kiriye ser herêma rêvebiriya xweser, 55 kes can dane û 51 kes jî birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Qamîslo bi dronê li erebeyekî xistin
06 tbx 2022
Cîhan
Li navbera Qamîslo-Tirbesipiyê bi dronê li erebeyekî xistin: 3 kes mirin
23 trm 2022
Jiyan
Rûsya: Me 75 dronên Ukraynayê li herêmên cuda tevî Moskowê xistin xwarê!
23 mjd 2025
Jiyan
Bi dronê li koska serokkomariya Sûdanê xistin: 3 kustî
22 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin