Li Mêrdînê bo ser PKK ê operasyon hat destpêkirin

07 sibat 2021 00:29
Li Mêrdînê bo ser PKK ê operasyon hat destpêkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçe yên Artûklûyê, Nisêbîn û Omerliya, li gund û mezrayên wan li hemberê PKK ê operasyon hat destpêkirin.

Parêzgeh ragihand ku bi sedema ewlehiyê operasyon dane destpêkirin. Li heman deveran piştî siet 05.00 ê sibê çûnûhatina deveran û derketina derve heya fermanekî dinê hat qedexekirin.

Deverên qedexe li wan hatine ragihandin li navçeya Artûklûyê li gundên  Ayntepe, Yandere, Oğuz û Ahmetliyê û mezrayên wê qexedexe hat ragihandin. Li Nisêbînê li gundên Koruköy, Büyükkardeş, Küçükkardeş, Doğuş û mezrayên wan derketina derve qedexe ye. Li Omerliyê li gundên Sulakdere û mezrayên wê derketina derve heya fermanekî dinê çûnûhat û derketina derve qedeye.

PKK