Li Meletiyê du erdhej li pêy hev

27 nîsan 2026 16:30

Du erdhejên bi mezinahiya 4.4 û 3.9 pileyî li ser pîvana Richter, di nav deqeyekê de li Meletiyê qewimîn. Navenda erdhejan Betalxazî bû.

Li Meletiyê du erdhej li pêy hev

RûpelNews - Erdhejeke bi mezinahiya 4.4 pileyî di saet 15.42an de li navçeya Betalxazî ya Meletiyê rû da.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karên Afadê (AFAD), erdhejeke bi mezinahiya 4.4 a pîvana Richter, ku navenda wê li navçeya Betalxaziyê bû, hat tomarkirin.

Hat destnîşankirin ku erdhej di kûrahiya 16.36 kîlometreyan de pêk hatiye.

Herwiha, deqeyek beriya erdheja 4.4 a mezinahiyê, erdhejeke din a bi mezinahiya 3.9 jî li Meletiyê qewimîbû.