Li Meletiyê erdhejê rûda
Li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê erdhejek bi mezinahiya 5.6an pileyî rûda. Li gorî zanyariyên destpêkê, piştî lêkolînên li qadê, derbarê ziyanê de ti agahî nehatine wergirtin.
RûpelNews - Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karên Afatê (AFAD), erdhej di saet 09.00an de hat tomarkirin. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 7.03 kîlometreyan de di bin rûyê erdê de qewimî.
"Tu agahiyên neyînî nînin"
Parêzgerê Meletiyê Seddar Yavuz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta niha ji lêkolînên meydanî tu raporên neyînî nehatine wergirtin.
