Li Macaristanê balafireke şer ket

24 tebax 2026 12:52

Balafireke şer a bi cûreyê Gripen a girêdayî Hêzên Çekdar ên Macaristanê li nêzîkî bajarokê Szolnokê ket. Hat ragihandin ku pîlot ji qezayê sax filitiye û kes birîndar nebûye.

Li Macaristanê balafireke şer ket

RûpelNews - Serokwezîrê Macaristanê Peter Magyar di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku balafireke şer a girêdayî Hêzên Parastinê yên Macaristanê li nêzîkî Szolnokê li beşa navendî ya welêt ketiye.

Magyar diyar kir ku pîlot bi kursiya avêtinê ji firokeyê derketiye û li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de kes birîndar nebûye.

Magyar destnîşan kir ku sedema qezayê hêj ne diyar e û ragihand ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Magyar her wiha destnîşan kir ku di qezayê de tu binesaziya sivîl zirar nedîtiye û Wezîrê Parastinê Romulusz Ruszin-Szendi ji bo vekolînê ber bi cihê bûyerê ve diçe.