Li Tirkiye balafireke F-16 ket
Hate ragihandin ku li parêzgeha Yalovayê ya Tirkiyeyê balafireke F-16 ya perwerdehiyê ketiye. Hejmareke mezin a tîmên tenduristiyê û hawarçûnê ber bi herêmê ve hatine şandin.
|
Türkçe
RûpelNews - Balafireke F-16 ku ji bo armancên perwerdehiyê dihat bikaranîn li Yalovayê ket.
Li gorî raporên destpêkê yên IHAyê, piştî agahiyê, hejmareke mezin a ambûlans û tîmên tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin.
Wezareta Parastinê di daxuyaniyekê ev agahî ragihandin:
"Yek ji balafirên me yên F-16 di dema firîneke perwerdehiyê de li Yalovayê ket xwarê; pîlot xwe avêt û sax filitî. Sedema qezayê dê piştî lêkolîneke berfireh were destnîşankirin."
