Li Kubayê, tora ku ji Rusyayê re leskeran kom dikir, hat hilwesandin
PeyamaKurd- Hikûmeta Kubayê ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê, tora qaçaxçîtiya mirovan ku ji bo Rusyayê leşkeran peyda dikir, hatiye tespîtkirin û hatiye hilweşandin.
Wezareta Karên Derve ya Kubayê ragihand ku tora ku li ser navê Rusyayê leşkeran dicivîne da ku li Ukraynayê şer bikin, hat hilweşandin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku tora ku welatiyên Kubayê bi zorê şandine şerê Ukraynayê, hem li Rusyayê hem jî li Kubayê tevdigere û hat diyarkirin ku ji bo bêbandorkirina torê, wan dest bi operasyonê kiriye û hat destnîşankirin ku çalakiyên ku bi darê zorê sewqiyata şer a Kubayan kiribûn, bi dawî bûne.
Di nûçeya di meha gulanê de di rojnameyeke Rusî de hatibû îdiakirin ku gelek welatiyên Kubayê bi artêşa Rusyayê re peyman çêkiriye û di berdêla hemwelatiya Rusyayê de ji bo şer ew şandine Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin