Amerîkayê tora ku li Tirkiye, Endonezya û Sûriyê DAIS fînanse dikir ceza kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê li ser toreke fînansekirina çekdarên DAIŞê ku li Tirkiye, Endonezya û Sûriyê dixebite ceza sepand.
Ajansa Reutersê ragihandiye ku Amerîkayê ceza li ser toreke ji 5 kesan pêk tê sepandiye ku li Endonezya, Sûriye û Tirkiyê çekdarên DAIŞê fînanse dikirin.
Wezareta Darayî ya Amerîkayê li ser mijarê daye xuyakirin: "Ew kes di hêsankariyê ji bo derbasbûna komên tundrew ji bo Sûriyê û herêmên din ên çekdarên DAIŞê lê çalak in dikin. Herwiha di şandina pereyê bo çekdarên DAIŞê yên li kampên penaberan ên Sûriyê de, roleke sereke dilîzin."
Wezaretê herwiha diyar kir ku we torê li Endonezya û Tirkiyê pereyan kom kirine û miqdareke pereyan ji bo derbaskirina zarokan bi qaçaxî ji kampan û radestkirina wan bo nav çekdarên DAIŞê yên biyanî bi kar aniye.
Hatiye ragihandin ku ceza roja duşemê li ser; Doi Dahlia Susanti, Rudi Hariady, Ari Cardian, Mihemed Dandi Adiguna û Dînî Ramadanî hatiye ferzkirin. Mal û milkên wan ên li Amerîka têne cemidandin û danûstandina welatiyên Amerîka bi wan re hat qedexekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin