Kesê ku dema firavînê plana êrîsa leskeran dikir hat girtin

13 îlon 2024 18:44
Kesê ku dema firavînê plana êrîsa leskeran dikir hat girtin

PeyamaKurd- Li bajarê Munîhê yê Almanyayê, tê ragihandin ku mirovekî tundrew ê ku tê îdiakirin ku plan kiriye êrişî leşkerên alman bike di dema bêhnvedana firavînê de, hatiye girtin.

Li gorî nûçeya ku Euronews belav kiriye, tê fikirîn ku êrişkar plan dikir ku hejmara herî zêde ya leşkeran bikuje û hesteke bêewlehiyê di nav gel de çêbike.

Di daxuyaniya ku roja înê ji aliyê Dozgeriya Munîxê ve hatiye dayîn de, hat diyarkirin ku ji kesekî Sûrî yê 27 salî tê gumanbar kirin ku piştgiriya îdeolojiya Îslama tundrew dike. Hat îdiakirin ku gumanbar di destpêka vê mehê de du şûrên dirêj ên ku her yek nêzî 40 santîmetre dirêj in bi dest xistine û plan kiriye ku bi van êrişî leşkeran bike.

Di daxuyaniya dozgeriyê de hat gotin ku piştî girtina gumanbar a roja berê, roja înê ew derxistine pêşberî dadger, lê li gorî rêzikên nehênîbûnê navê wî nehat eşkerekirin.

Ev girtin piştî êrişa 23'ê Tebaxê ya li Solingenê li rojavayê Almanyayê pêk hat, ku bû sedema mirina sê kesan û birîndarbûna heşt kesan. Gumanbarê êrişa Solingenê yê 26 salî yê Sûrî hatibû binçavkirin.