Li Kerkûkê êriş: Mirî û birîndar hene
Bingeheke leşkerî ya Heşdî Şebî li Kerkûkê bû armanca êrîşeke asmanî. Rayedaran ragihandin ku di êrîşê de herî kêm şeş kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.
RûpelNews - Çavkaniyeke payebilind a Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ragihand ku êrîş di saetên serê sibê de li baregeha Lîwaya 40emîn a Heşdî Şebî ya li herêma Dibîz a Kerkûkê pêk hatiye. Li gorî çavkaniyê, baregeh di nava şeş deîqeyan de du caran, hatiye bombebarankirin.
Li gorî nûçeya Rudawê, di êrîşa yekem de pênc kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar îbûn, ku rewşa hin ji wan birîndaran giran bû. Rayedarên Heşdî Şebî paşê ragihandin ku hejmara miriyan gihîştiye şeşan û hejmara birîndaran jî 18an.
Hat îdîakirin ku di êrişan de sivîl jî birîndar bûne
Çavkaniyek ji nav Fermandariya Operasyonên Kerkûkê diyar kir ku piştî teqîna yekem, ambûlans û hin kes ji deverên derdorê çûn herêmê ji bo ku alîkariya birîndaran bikin, û di vê demê de êrîşa duyemîn pêk hat. Heman çavkaniyê îdia kir ku di teqîna duyemîn de hejmareke mezin a sivîlan jî birîndar bûn.
Lêbelê, hin çavkaniyên ku ji herêmê agahiyan didin diyar dikin ku di nêzîkatiya baregehê de tu wargehên sivîlan nînin, û wargeha herî nêzîk bi qasî 16 kîlometreyan dûr e. Ji ber vê yekê tê destnîşankirin ku ji bo sivîlan zehmet bûye ku zû bigihîjin herêmê, ji ber ku êrîşa duyemîn bi qasî şeş deqeyan piştî bombebarana destpêkê pêk hat.
Di rojên dawî de Heşdî Şebî dibe armanca êrişan
Êrîşa li Kerkûkê piştî bombardîmanên ku di rojên dawî de li dijî çend baregehên Heşdî Şebî hatibûn kirin, pêk hat.
Di sê rojên borî de, çendîn baregehên leşkerî yên girêdayî Heşdî Şebî li parêzgehên Nînewa û Enbarê jî hatin êrîşkirin. Van êrîşan baregeha Lîwaya 40emîn li bajarokê Geyara yê Nînewayê, baregeha Tabûra 33yemîn li nêzîkî xala kontrolê ya Ekrêb, û herêma ku Lîwaya 45emîn li devera Gehawî ya Enbarê lê bi cih bûye, kirin armanc.
Di heman demê de, piştî aloziya herêmî ya ku bi Îranê re dest pê kir, rêxistina ku wekî "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" tê zanîn, ku ji aliyê komên çekdar ên Şîe ve hatiye avakirin, ragihand ku wê di 10 rojên borî de zêdetirî 200 êrîşên bi dron û moşekan li baregehên Amerîkî, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, pêk anîne.
