Li kargeheke petrokîmya ya Îranê teqîn çêbû

22 rêbendan 2021 21:48
Li kargeheke petrokîmya ya Îranê teqîn çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Çile li kargeheke petrokîmya ya li bakurê bajarê Xoresanê teqînek çêbû.

Li gorî ragihandina televizyona dewletê ya Îranê, teqîn di kargeha petrokîmya ya li bajarê Bocnurd ê girêdayî eyaleta Xoresanê pêk hatiye û sedema teqînê jî pirsgirêkeke teknîkî bûye.

Hat diyarkirin ku di encama teqînê de, camên avahiyên derdorê heta 500 metreyan şikestine, lê ti mirî û birîndarên teqînê çênebûne.

Di çend mehên dawî de hejmarek teqîn li kargehên xebatên nukleerî û kîmyayî yên Îranê çêdibin ku guman heye sedema wan teqînan sabotaj be, lê Îranê ji bilî nîşandana pirsgirêkên teknîkî ti daxuyaniyek derbarê sedemên teqînan de heta niha nedaye.