Li Iraqê ji ber vîrûsa Koronayê 48 kesan can dan

01 mijdar 2020 03:32
Li Iraqê ji ber vîrûsa Koronayê 48 kesan can dan

PeyamaKurd – Li Iraqê di 24 saetên dawî de, ji ber vîrûsa Koronayê 48 kesan can dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 46 kesan can dan û 1 hezar û 997 kes bi vîrûsa Koronayê ketin.

Wezaretê di daxuyaniya 31ê Cotmeha 2020an de destnîşan kir: ‘‘Heta niha 472 hezar û 630 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine. Herwiha heta niha li seranserê Iraqê 10 hezar û 910 kesan can dane.’’

Wezareta Tendirustiyê da zanîn, ji sedî 84.6 pêketîy baş bûne û 62 hezar û 65 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne. Rewşa 452 kesan jî ne cîgir e.