Li Iraq û Herêma Kurdistanê pêleke nû ya tozbarînê dest pê dike
PeyamaKurd – Ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê careke din hişyariya tozbarînê hat dayîn.
Desteya Kêşûhewayê ya Iraqê, hişyariya pêleke din ya tozbarînê li Iraq û Herêma Kurdistanê da û diyar kir, pêla nû ya tozbarînê îro Yekşemê dest pê bike û heta sibe duşemê jî digihe asta xwe ya herî bilind.
Li gorî daxuyaniyê, di dema tozbarînê de wê asta pileya germê heta 4-5 pileyan kêm bibe û leza tozbarînê jî bigiihe heta 50 kîlometreyan.
Herwiha hatiye gotin ku wê roja Sêşemê bandora pêla tozbarînê kêm bibe û rewş asayî bibe.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka bihara îsal ve gelek caran li Iraq û Kurdistanê toz dibare û gelek kes ji ber tozbarînê û tengaviya nefesê serî li nexweşxaneyan didin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin