Li Îranê xwepêsandan berfirehtir dibin

02 tebax 2018 22:47
Li Îranê xwepêsandan berfirehtir dibin

PeyamaKurd - Li hinek bajarên Îranê yên mezin ev sê roj in çalakiyên xwepêşandêran didomin.

Li gor nûçeya rojnameya Şerqul Ewsetê, li bajarên Îranê Îsfehan, Şîraz û Meşhedê li ser têkçûna rewşa aborî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Herwiha hat diyarkirin ku ev xwepêşandan, wek bersiva banga di medyaya cîvakî de hatibû kirin hat nîşandan.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, hêzên ewlekariyê li navendên bajaran di amadebaşiyê de ne. Ji aliyekî din rêveberan, li ser xwepêşandanên derqanûnî hişyarî dan.