Li Îranê teqîn: 2 mirî, 5 birîndar

26 berfanbar 2022 17:02
Li Îranê teqîn: 2 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd Hate ragihandin, li bajarê Damgan ê Îranê di madenekê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNA, li bajarê Damgan ê Îranê di madenekê de teqînek çêbû.

Di nûçeyê de hat gotin, "Di encama teqîna mayîna li Damganê de 2 kesan can dan û 5 kes jî birîndar bûn."

Hat destnîşankirin, derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh berdewam dikin û wê paşê ronîkirina pêwîst bê kirin.