Li Îranê di depoya xazê de teqîn çêbû: 2 mirî û 4 birîndar
PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Hûzistanê, li bajarê Ahwazê di depoya xazê ya şîrketa bi navê Butane de teqînekî çêbû û di encamê de 2 kes can dan û 4 kes jî birîndar bûn. Cîgirê serokê rêxistina Heyva Sor yê Hûzistanê Emir Abbas Necefî weha ragihand:
“Bi wextê Îranê siet di 09.45an de di depoya şîrketa bi navê Butane ya xazê de, şewat derket û di encamê de teqîn çêbû. Mixabin di teqînê de 2 kes can dan û 4 kes jî birîndar bûn. Birîndarên ku şopên şewatê li ser bedena wan hebûn, me wan şand nexweşxanê. Tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê jî çûn ciyê bûyerê.
Heya niha agirê sê depoyên şîrketê hatin vemirandin. Lê agir bi depoyên din jî ket. Tîmên îtfaiyê ji bo vemirandina agir xebatên xwe dewam dikin. Em heya niha sedema derketina şewatê nizanin lê piştî lêkolînê em ê agahiyan bidin xelkê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin