Li bajarê Kocaeliyê di depoya benzînxanê de teqîn çêbû: 4 birîndar hene
18 rêbendan 2025 01:59
PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Kocaeliyê li navça Körfezê di depoya benzînxanê de teqînekî çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlehiyê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Di encama teqînê de agir bi tesîsê ket lê sîstema vemirandina agir kir ku karibûn di wextekî kurt de agir vemirînin.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û her 4 birîndaran birin nexweşxanên der û dorê. Hat ragihandin ku di jiyana birîndaran de ti talûke tine.
Tîmên îtfaiyê û AFADê li deverê lêkolînan dikin da sedema teqînê bizanibin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li peravên Kocaeliyê di tankêra deryayê de teqîn çêbû
28 mjd 2025
Magazîn
Li Besra ya Iraqê di depoya petrolê de teqîn çêbû: 1 kustî, 7 birîndar
26 cot 2025
Cîhan
Li seha sanayiya bajarê Silêmaniyê agir bi 2 depoyan ket
14 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin