Li Îdlibê teqîn: 5 mirî, 10 birîndar

01 îlon 2026 16:16

Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê wesayîta teqemenî barkirî teqiya. 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kesan jî birîndar bûn.

Li Îdlibê teqîn: 5 mirî, 10 birîndar
Wêne: Channel8

RûpelNews - Li Binnişê ku dikeve ser milê rojhilatê Îdlîbê li bakurê rojavayê Sûriyê, wesayîteke tijî cebilxane teqiya.

Di encama teqînê de 5 kesan mirin û 10 kesan jî birîndar bûn.

Du wesayîtên li derdorê jî şewitîn û bûn xwelî.

Hat ragihandin ku xizmetên hawarçûnê şandin cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin.

Heta niha derbarê sedema teqînê de ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.