Li Îranê operasyona mezin

10 tîrmeh 2018 19:41
Li Îranê operasyona mezin

PeyamaKurd- Li rojhilatê Îranê, li eyaletên Sîstan û Belûcistanê, gelek caran operasyon tên kirin ku niha jî ew operasyon dewam dikin. Li her dû eyaletan û di gelek ên din de jî hêzên çekdar hene ku dixwazin millet û welatên wan serbixwe bin. Bi sedema ku her dû eyalet ne Îranîne an ku ne Faris in.

Li gor ajansa IRNA yê ya fermî, rêvebirê asayîşa Sîstan û Belûcistanê Muhammed Qanberî gotiye: " Li welat li deverên cuda, di heman wextê de operasyon hatine kirin û di encamê de 14 kes hatine girtin.”

Kanberî dibêje ku li eyaletên Sîstan û Belûcistanê rêxistinên bi navê “Xorasan-î Rezewî” û “Yezd” hene ku endamên wan hatine girtin û teslîmê maqamên dadî hatine kirin. Di nava kesên ku hatine girtin de, kesên biyanî jî hene ku ji Afxanistan û Pakistanê ne. Tewanbariya kesên girtî; şêlandina bi çek, rehîngirtina mirovan û hevkariya bi hêzên çekdar yên li dijî rejîmê re ne.