Li Îranê li dijî CIA yê operasyon hat kirin

18 hezîran 2019 22:10
Li Îranê li dijî CIA yê operasyon hat kirin

PeyamaKurd- Gengeşiya navbera Îranê û Amerîkayê bi xurtî dewam dike lê li aliyê dinê ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku Îran operasyoneka sîxurî ya li dijî CIA yê ku di Îranê de weka torekî dixebitin, hatiye kirin û li ser wê gelek kesên gumanbar hatine binçavkirin. Grûba binçavkirî piştî lêpirsîna wan temam bibe dê bên derxistin bo dadgehê. Hem grûbeka dinê jî hatiye binçavkirin ku lêpirsînên di derbarê wan de dewam dike. Lê di mijara jimara wan de ti agahî nehat dayîn.

Di nûçeya ajansê de behsa operasyonê têkirin û bê ku nav bide dibêje “bi hevkarên biyanî re” operasyon hatiye kirin. Lê çawa, çend kes tevli operasyonê bûne nehat diyarkirin. Hevkarên biyanî yên Îranê kîne, ew jî nehat aşkerakirin.