Li Hindîstanê, pêsnûmeyek ji bo jinan hat qebûlkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, pêşnûmeya ku li Hîndîstanê nûnertiya jinan a li meclîsê ji % 33 zêde bike hat qebûlkirin.
Wezîra Darayiyê yê Hîndîstanê Nirmala Sitharaman duh di axaftina xwe ya li Meclisa Bilind de ragihand ku rêziknameya qanûnî ya bi armanca nûnertiya wekhev a jinan dê di hilbijartinên 2029an de bikeve meriyetê.
Rêziknameya qanûnî ya ku ji sala 2029an pê ve ji % 33ê kursiyên meclîsê û meclîsên eyaletan ji jinan re veqetandî ji aliyê her du meclîsan ve hat qebûlkirin.
Digel ku rêziknameya navborî piştgirî ji opozîsyonê jî girt, tê xwestin ku di hilbijartinên giştî yên Gulana 2024an de bê tetbîqkirin, bi îddîaya ku bi derengî tetbîqkirina dê (di sala 2029'an de) dê neheqî li jinan be.
Wezîrê Edaletê Arjun Ram Meghwa jî diyar kir ku her çend rêjeya nûnertiya jinan di siyasetê de li qada navneteweyî ji % 24 be jî rêjeya nûnertiya jinan a li meclîsê ku ji % 48ê nifûsa Hindîstanê pêk tîne ji % 15,1 e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin