Li cîhanê ji bo jinan baştirîn welat Îzlanda ye

23 tebax 2026 14:43

Li gorî Endeksa Newekheviya Zayendî ya Cîhanî ya Foruma Aborî ya Cîhanê, Îzlanda baştirîn welat e ji bo jinan. Li vî welatî ferq an cudakariya li nav jin û meran li gorî welatên din ên li cîhanê gelek kêmtir e.

Li cîhanê ji bo jinan baştirîn welat Îzlanda ye

RûpelNews - Îzlanda bi nifûsa xwe ya nêzîkî 400 hezar kesî, îro ne tenê bi volkan, geyser û ronahiyên bakur, lê her weha bi destkeftiyên civakî û siyasî yên ku di encama têkoşîna jinan a ji nîv sedsedê zêdetir de hatine bidestxistin, derdikeve pêş.

Li gorî Endeksa Cudahiya Zayendî ya Cîhanî ku her sal ji aliyê Foruma Aborî ya Cîhanê ve tê amadekirin, Îzlanda ew welat e ku herî zêde cudahiya zayendî kêm kiriye. 

Welatê ku 16 sal in di rêza yekem de ye, serkeftina xwe deyndarê têkoşîna deh salan a jinan, zêdebûna nûnertiya siyasî û polîtîkayên civakî ye.

Yek ji xalên werçerxan ên herî girîng di vê têkoşînê de di 24ê Cotmeha 1975an de pêk hat. Di wê rojê de, li dora ji sedî 90ê jinên li Îzlandayê ji karên xwe yên bi meaş û bê meaş derketin da ku 'greva jinan' a li seranserê welêt li dar bixin. Digel ku li dijî pozîsyona xwe ya bêparastin di hêza kar de û keda nedîtbar a ku wan di nav malê de dikir xwepêşandan dikirin, armanca jinan ew bû ku nîşan bidin ku welat bêyî ked û xebata jinan nikare bixebite.

Pênc sal piştî xwepêşandanê, Îzlanda yekem seroka dewletê ya jin a cîhanê ku bi hilbijartineke demokratîk hatibû hilbijartin, hilbijart. Vigdís Finnbogadóttir di sala 1980ê de bi bidestxistina ji sedî 33.6ê dengan bû seroka dewletê,û 16 salan ev wezîfe bi cih anî. Vigdís, ku di dema dayiktiya xwe ya bi tenê de hatibû hilbijartin, ji bo dîtbariya jinan di siyaseta welêt de bû semboleke girîng.

Li Îzlandayê di rêvebiriyê de jin serdest in

Îro li Îzlandayê, Seroka Dewletê, Serokwezîr û serokên partiyên di hikûmeta koalîsyonê de hemû jin in. Ji 63 kursiyên parlamentoyê, 29 kursî di destê parlamenterên jin de ne. Her wiha jin di warên ku di dîrokê de di bin serweriya mêran de bûn, wek saziyên olî û aparata ewlehiyê, di postên payebilind de cih digirin.

Di sala 2009an de, dema ku Jóhanna Sigurdardóttir bû Serokwezîr, Îzlanda di heman demê de bû mazûvanê yekem serokê hikûmetê yê cîhanê yê ku bi eşkereyî hevzayend bû.